Li Bidlîsê rê vedikin

Li Bidlîsê berfa li ser rêya hin gundan li hin ciyan digihîje 4-5 mêtreyan...

Li Bidlîsê rê vedikin

Li Hîzana navçeya Bidlîsê berfa li ser ya hin gundan li hin ciyan digihîje 4-5 mêtreyan. Bi xebatên ekîban rê ji çûyîn û hatinê ra tên vekirin.

Li bajarê ku zivistana wê giran derbas dibe ekîbên paqijkirina berfê yên Îdareya Taybet a Bajêr ji bo vekirina rêya gund û goman bê navber dixebitin.

Ji bo ku welatî tengasiyê nekişînin ekîb hewleke mezin didin. Ligel rewşa hewayê ya xirab ekîb ji bo ku rêya gundê Karlipeye ya ku qalindiya berfa wê digihîje 4-5 mêtreyan vekin xebitîn.

Osman Gonderê Şefê Şantiyeya Soguksuyê ya Hîzanê di daxuyaniya xwe da got got kêmzêde 4 roj e dixebitin ku rêya gundê Karlipeyê vekin.

Gonder wiha axivî: "Li Hîzan û Gaydayê bihar e lêbelê em li serê vî çiyayî rê vedikin. Me ji vir mehekê berê ev rêya vekiribû. Ji ber ku berf ketiye rê dîsa hatiye girtin. Me 7 kîlomêtre rê vekir. Kêmzêde 3 kîlomêtreyê din jî hê maye. Em ê di nav 2 rojan da ya mayîn jî vekin."

Yusuf Ercelê welatî jî got alîkariyê didin ekîbên ku dixebitin rê vekin.AA

Dîroka nûkirinê: 13 Adar 2019, 17:38
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE