Enes Nacarê xwendekarê Zanîngeha Bidlîs Erenê (ZBE) li navçeya Tetwanê li ber derê şaxa bankayekî 8 hezar û 800 lire dît, pereyê ku xwendekarê zanîngehê dît teslîmî xwediyê wî kirin.
Li gor daxuyaniya walîtiyê Celalettîn Afşîn duh saet dora 14.45an de çû Midûriya Ewlehiyê ya tetwanê û diyar kir ku li ber şaxa Vakifbankê pereyê xwe winda kiriye.
Li ser vê yekê ekîbên polêsan çûn cihê bûyerê û lêkolîn kirin. Enes Nacarê xwendekarê Beşa Endezyariya Xerîteyê ya ZBEyê qise kir ku li erdê 8 hezar û 800 lire dîtiye û ji bo ku teslîmê xwediyê wî bikin teslîmê polêsan kir.
Afşîn spasiya Nacarê xwendekarê zanîngehê kir.
AA