Li Bilîsê projeya îslahê

Di çarçoveya projeyê de wê 700 kargeh werin xirakirin...

Li Bilîsê projeya îslahê

Li Bilîsê avahiyên xeternak ên li ser newalê tên xirakirin. Di çarçoveya projeya îslahkirinê de tê payîn ku 700 kargeh bên xirakirin. Ewil otêlek hat xirakirin.

Li Bilîsê di çarçoveya projeya îslahkirinê de wê gelek avahî bên xirakirin.

Bi taybetî avahiyên li ser newalê di vê çarçoveyê de ne.

Tê çaverêkirin ku bi temamî 700 avahî bên xirakirin.

Xirakirinê dest pê kir û pêşî otêleke navdar a bajêr hat hilweşandin.

Milkê avahiyên ku wê werin xirakirin ê îdareya taybet a bajêr û şaredariya Bilîsê ye.

Dîroka nûkirinê: 03 Cotmeh 2019, 11:56
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE