Li Bingölê dema xwendekaran tatbîqata erdhejê dikirin erdhej çêbû

Li Bingölê di lîseyekê da xwendekaran dema tatbîqata erdhejê dikirin bi lerza 4an erdhej çêbû.

Li Bingölê dema xwendekaran tatbîqata erdhejê dikirin erdhej çêbû

 Li Bingölê di lîseyekê da xwendekaran dema tatbîqata erdhejê dikirin bi lerza 4an erdhej çêbû.

Tîmên Midûriya Bajêr a Bingölê ya Serokatiya Rêvebiriya Rewşa Afat û Acilê (AFAD) li Lîseya Anadoluyê ya Teknîkê û Meslekî ya Karşiyakayê tatbîqata erdhejê kirin.

Dema xwendekar ji ber tatbîqatê ji lîseyê hatin derxistin di saet 11.20î da bi lerza 4an erdhej çêbû.

Erdheja ku çêbû û rewşa xwendekaran di kameraya ewlehiyê da hat qeydkirin.

Midûrê Lîseya Anadoluyê ya Teknîkê û Meslekî ya Karşiyakayê Nusrettîn Uçar ji nûçegihanê AAyê ra got dema ji bo xwendekaran tatbîqata erdhejê dihat kirin bi rastî jî erdhej çêbû.

Xwendekar Îlknur Savuşê got ew ji ber erdhejê tirsiyane û wan nizanibûye çi bikin, lê tîmên AFADê alîkariya wan kiriye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE