Li Bingolê bi beşdariya Mela Mihemed Elî Huniyê helbestvanê Zaza yê 92 salî gotûbêja Ziman û Wêjeya Zazakî hat lidarxistin.
Gotûbêj ji hêla Navenda Sepan û Lêkolîna Çand û Zimanê Zazakî ya Zanîngeha Bingolê va li Hêwana Konferansê ya Prof. Dr. Fuat Sezgîn bi moderatoriya mamosteyî teqawîd Abdullah Narîn û Murat Varolê hîndekarê Zanîngeha Bingolê va hat lidarxistin. Hunî di gotûbêjê da der barê Zazakî û geşedana Zazakî da agahî dan.
Huniyê ku di heman demê da li zanîngehê mijara tezê ye û yek ji helbestvanên herî îxtiyar ên Zazakî ye di bernameyê da qesîdeyên Zazakî jî xwendin.
Hunî got ku ji xwendekariya xwe va meraq û eleqeya wî li ser Zazakî çêbûye û wiha axivî: "Ji ber ku alimên herêmê girîngiyê nadin vî zimanî ez gelekî xemgîn im. Min ji salên 1950yan vir va gelek helbestên Zazakî, mewlud, Hz. Yusuf û Zuleyxa, qesîdeyên bi mijara Kerbelayê nivîsandin. Ez ji hemû devokên Zazakî hînê peyvan bûm û min ev di helbestên xwe da nivîsandin. Divê gelekî qedir bidin Zazakî. Em divê vî zimanê nedin jibîrkirin."AA