Li Bingölê ji ber berf û bagerê rêya 262 gund û goman hat girtin.
Li gor agahiyên ji Midûriyeta Şaxa Xizmetên Rê û Gihandinê ya Îdareya Taybet a Bajêr hatin sitandin, berf û bagera ji duh pê va tesîra xwe zêde kirin welatî tengasiyê dikişînin.
Ji ber brf û bagerê rêya 262 gund û goman xitimî.
Ekîb ji bo vekirina rêyên girtî bi kepe, dozer û kirêderan va xebatên xwe didomînin.
Ji berfê rêya Bingöl-Sancakê hat girtin. Ekîbên ji bo vekirina rê dixebitin.
Ekîbên şaredariyê jî ji bo vekirina kûçe û kolanên li bajêr ber destê sibê dest bi xebatan kirin.
Wekî mayîn bi barîna berfê ser dar û beran bi xêliya sipî xemilî û dîmenên xweşik derketin holê.AA