Li Karliovaya navçeya Bingölê ji ber berfa zêde rêya 20 gundî hat girtin.
Li navçeya Karliovayê berfa ji duh êvarê pê va car caran dibare bi tesîr e.
Ji ber barîna zêde rêya 20 gundî ji ber berfê ji çûn û hatinê ra girtî ne. Ji bo vekirina rêyên girtî ekîbên Îdareya Taybet a Navçeyê xebatên xwe didomînin û ekîbên şaredariyê jî kuçe û kolanên li navendê paqij dikin.
AA