Li Bingölê piştî bicihbûna aramiyê rez zêde bûn

Li gundên Servî, Yaydere, Saribudak û Bahçebaşiyê şêniyan bi piştevaniya dewletê rezên tirî danîn û bûn xwedî dahateke nû

Li Bingölê piştî bicihbûna aramiyê rez zêde bûn

Li Bîngolê ji ber terorê bi salan karên çandiniyê baş nedihatin kirin piştî bicihbûna aramiyê li gundên Servî, Yaydere, Saribudak û Bahçekapiya ser navçeya Gencê ne qasî 2 hezar û 500 donim erd bi piştevaniya dewletê kirin rezên tiriyan û ev der ji bo şêniyên gund bû deriyekî nû yê dahatê.

Li herêmê gelek zeviyên bi kêrhatî yên beyar bala Midûriyeta Çandinî û Daristanê ya Bajêr kişand û ji bo wan erdan dest bi xebatê kir.

Midûriyetê di çarçoveya xebatê da kesên dixwazin rez daynin birin Erzincanê perwerde kirin û li herêmê bi qasî 2 hezar û 500 dekar zevî kirin rez.

Malbatên ku berê ji ber bûyerên terorê ji gundê xwe derketibûn jî bi saya aramîbûn û piştevaniya dewletê vegeriyan gundê xwe û wan jî ji xwe ra rez danîn û ji piştevaniyê îstifade kirin.

Tiriyên ji rezên li herêmê tên rakirin him ji bo xwarin, him ji bo mewîj û him jî di çêkirina dimis, bastêq û meşlûran da tên bikaranîn.

- "Em bi hîbeyê piştevaniyê bidomînin"

Midûrê Çandinî û Daristanê yê Bajêr Burhan Bahadir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ew li ser telîmata Wezareta Çandinî û Daristanê li gund û goman piştevaniyê didin welatiyan û hewl didin ku bila dahata wan zêdetir bibe û bi vê armancê jî projeyan dikin rewacê.

Bahadir got ku wan li herêmê qadeke ji 2 hezar û 500 dekarî pêk tê kirin rez û wiha domand: "Bi tevahî li 100 hezar dekar qadî xebat hat kirin. Ji bo 23 cotkaran hîbe hat dayîn. Em bi pergala terbiyeya bitêl va rezan datînin. Bi pergala berê va me ji donimekî 300 kîlo tirî hildida lê bi vê pergalê nêzî tonekî em tirî hildidin."

Mehmet Baysalê li gundê Serviyê dijî destnîşan kir ku ew ji gundê xwe çûbû û niha vegeriya û bi saya piştevaniya dewlet dide li gundê xwe bû xwedî dahatê û wiha domand: "Ez 30 sal berê çûbûm Mêrsînê û 2 sal berê hatim gundê xwe û bi rez ra eleqedar dibim."

Abdullah Uzun jî destnîşan kir ku wî li 15 donimî rez danî bi saya piştevanî û perwerdehiyê hê zêdetir tirî ji rez rakirin û ev yek bi her awayî bi kêrî wan hat.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE