Li Bingölê berf û pûk jiyana rojane dixe nav tengasiyê.
Li gor agahiyên Midûriyeta Şaxa Xizmetên Gihandin û Rê ya Îdareya Taybet a Bajêr a Walîtiyê ji ber berfa ku ji duh pêva va barî li deverên bilind rêya 115 gundan hat girtin.
Ekîbên rêvekirinê ji bo vekirina rêyan hewl didin.
Li navçeyên Karliova û Yedîsuyê berfa ku ev 2 roj in dewam dike li ser jiyana rojane xwedî bandoreke neyîniye.
Ekîbên şaredariyê yên li Karliovayê ji bo vekirina rêyan hewl didin û stûriya berfê ya li navçeyê gihîştiye 50 santîmetreyî.