Li Bingölê şaredarî cembelîkên banê xaniyan tîne xwarê

Şaredariya Karlıovayê ji bo berfa li ser xaniyan û cembelîk seba welatiyan nebin xetere dest bi xebatan kir.

Li Bingölê şaredarî cembelîkên banê xaniyan tîne xwarê

Li Karlıovayê navçeya Bingölê ekîbên agirkujiyê cembelîkên banê xaniyan dişkênin û tînên xwarê da ku zirarê nedin gel.

Şaredariya Karlıovayê ji bo berfa li ser xaniyan û cembelîk seba welatiyan nebin xetere dest bi xebatan kir.

Ekîbên şaredariyê berfa li ser xaniyên yekqatî bi kepçeyan, cembelîkên li banê xaniyên bilind jî bi wesayîtên agirkujiyê dadixin xwarê. Sertîf Dînlerê welatî got ji xebatên şaredariyê memnûn in û wiha axivî: "Sax bin, ekîb tên alîkariya me. Ekîb berfa li kuçe û kolanan jî bi kamyonan dikişînin dervayî bajêr, cembelîkan tînin xwarê. Xwedê ji wan razî be."

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE