Li ser rêya ku Kanîreş û Yedîsuya navçeyên Bingölê bi hev va girê dide şepe ket û rê hat girtin.
Li texma gundê Kaynarpınarê ya ser rêya Kanîreş-Yedîsuyê dema ku kamyonetek derbas dibû, şepe rabû.
Piştî ku şepe ket, rê ji çûyîn û hatinê ra hat girtin.
Ekîbên rêbejan sewqî herêmê kirin û ji bo vekirina rê ekîban xebat da destpêkirin.
AA