Li Birecika Şanliurfayê, gelek welatî di hewzê ser ava firatê de bi salan e masîvaniyê dikin. Masîvan dibêjin tenê li Birecikê salê nêzî 15 hezar ton masî tê xwedîkirin û firotin.
Li ser ava Çemê Firatê bi dehan hewzên masiyan hatine avakirin.
Li navçeyê bi usûlên modern gelek celeb masî tên xwedîkirin.
Masîvan dibêjin ku salê nêzî 15 hezar ton masî xwedî dikin û difiroşin.
Xwediyên hewzên masiyan dibêjin ku ji ber taybetiya ava Firatê salê 12 meh masî tên xwedîkirin.