Li Bismilê bexçeyê Miletê tê çêkirin

Şaredariyê daxuyanî weşand û ragihand ku Walî Munîr Karaloglu di 11ê Îlonê da hîmê bexçeyê miletê avêt û ewder di nav 10 veberhênaniyên bi bihaya 65 milyon û 258 hezar û 581 lireyî da cî digire.

Li Bismilê bexçeyê Miletê tê çêkirin

 Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê li Bismilê li ser erdekî 85 donimî bexçeyê Miletê ava dike.

Şaredariyê daxuyanî weşand û ragihand ku Walî Munîr Karaloglu di 11ê Îlonê da hîmê bexçeyê miletê avêt û ewder di nav 10 veberhênaniyên bi bihaya 65 milyon û 258 hezar û 581 lireyî da cî digire.

Hat gotin ku di vê çarçoveyê da parqeke li Bismilê ya lê xwedî nehatiye derketin wê bikin bexçeyê miletê.

Di daxuyaniyê da hat destnîşankirin ku li qadeke 85 donimî ya navenda navçeyê ye wê bexçeyê miletê yê li serê ji cihên lîstikê yên zarokan bigir heta cihên seyran, dûçerx ajotin û qadên fitbolê jî di nav da be wê gelek cî bên çêkirin.

Tê payîn çikandina dar û deviyan jî tê da proje di nav 130 rojî da biqede.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE