Midûriya Zabitayê ya Şaredariya Bismilê xurekên ku dîroka wan a xebitandinê derbas bûne îmhe kirin.
Midûrê Zabitayê ya Şaredariya Bismilê Arap Karademir daxuyanî da û got ku ekîb ji bo kontrolê li kargehên navçeyê yên ku xurekê difroşin geriyan û 486 cureyên xurekê yên ku dema wan a xebitandinê derbas bûne tesbît kirin ku neyên firotin.
Karademir diyar kir, ev berên xurekê bi îmzekirina zebtan va ji kargehan hatin stendin û ekîban ew îmhe kirin û wiha dewam kir, "Ji bo ku welatî mexdûr nebin û tenduristiya wan xerab nebe, kontrolên me wê bidomin."