Li Bitlisê 205 penaberên ku bi rêyên dereqanûnî ketibûn welêt hatin girtin, 5 kesên ku organîzatorê jî dikirin hatin binçavkirin.
Li gorî daxuyaniya Walîtiyê, ekîba Dijî Qaçaxçîtiya Koçberan a Rêveberiya Ewlekariya Bitlisê û ekîba Şaxa Deriyên Sînor li dijî penaber û qaçaxçiyan destbikar bûn.
Di vê çarçoveyê de li navenda bajêr qemyonek û minîbusek hat sekinandin di wan de 205 penaber hatin girtin, herwiha Î.G, E.A, S.K, T.D. û K.D. yên ku organîzatorî dikirin hatin binçavkirin.
Gumanbar piştî karûbarên wan ên li rêveberiya ewlekariyê, ji edliyeyê re hatin sewqkirin.AA