Li Bedlisê ji aliyê Şaredariyê ve ji serê rojiyê û vir ve gelek çalakî hatin lidarxistin, konser hatin dayîn. Çalakiyên şaredariyê bi konsera stranbêj Orhan Ölmez bi dawî bûn.
Li Şaredariya Bedlisê di meha Remezanê de çalakiyên cur be cur hatin lidarxistin.
Şaredariyê ji xwarinên fitarê heta konseran gelek çalakî li dar xistin.
Şaredarê Bedlisê, gelek rayedar û welatî beşdarî konsera herî dawî bûn.
Gelê Bedlisê ji van çalakiyan gelek kêfxweş bû.
Hat diyarkirin ku Şaredariyê di vê Remezanê de xwarina fitarê daye 54 hezar kesî.
Her wiha ev çalakiyên Şaredariyê bi konsera Orhan Ölmez bi dawî bûn.