Li Bitlisê cotkar Mehmet Salim Tetikoğlu şitlên lewanteyan diçine. Tetikoğlu ev şitl ji Bulgaristanê anîne. bi vê yekê qadeke nû ya aboriyê li welêt çêdibe.
Li Tatvana Bitlisê li ser 20 donim eraziyî şitlên lewanteyan hatin çandin.
Cotkar Mehmet Salim Tetikoğlu ev şitl ji Bulgaristanê anîn.
Rûnê lewanteyan gelek hêja ye, bihayê wê di navbera 80 û 120 Euroyî de ye.
Cotkar Tetikoğlu sala par 500 şitl çandin, îsal jî biryar da ku li ser 20 donim eraziyî 40 hezar şitlan biçine.
Tetikoğlu dixwaze ku ji bo cotkarên din jî ev çandinî bibe mînak.