Li Bitlisê di şikeftekî da hin wêne û xêz hatin dîtin ku li ser wan lêkolîn tên kirin

"Em dizanin ku li herêmê bermayiyên Urartuyan heye, lê ji ber ku ev bermayî zêdetir kevn in qîmeta vê derê ji bo me girîngtir e."

Li Bitlisê di şikeftekî da hin wêne û xêz hatin dîtin ku li ser wan lêkolîn tên kirin

Li Adilcevaza navçeya Bitlisê di şikefteke li Çiyayê Aligerê ya 2 hezar û 500 raqim e ya li ser zinarên wê hin wêne û xêz hene hat dîtin ku li ser wan niha lêkolîn tê kirin.

Komeke çiyageran 25 kîlomêtro dûrî navçeyê şikefteke dirêjiya wê 12 mêtro û berahiya wê jî 7 mêtro ye dîtin. Li ser dîwarên vê şikeftê hin wêne û xêzên berê hatin tespîtkirin.

Pispor li ser lêkolînê dikin

Wêneyên ji tav, bizinên kovî, xezal, meriv, sembola îlaheyê û şiklên cuda pêk tên bala zanyaran kişand.

"Li gor me dîroka van bermayiyan qasî 10 hezar sal berê ye"

Prof. Dr. Rafet Çavuşogluyê Serokê Beşa Arkeolojiyê ya Fakulteya Edebiyatê ya Zanîngeha Wanê, lêkolîner Sînan Kiliç û xebatkarên Midûriya Muzeya Xelatê di şikeftê da lêkolinan dikin.

Prof. Dr. Çavuşoglu daxuyand ji bo ku ev şikeft bê parastin û navê wê bê zanîn ewê xebatan bikin û wiha axivî: "Ev şikefta li Adilcevazê ya bi boyaxê bi motîfên meriv, tav, heywan û sembolên cuda va hatiye xemilandin pir biqîmet e. Ji hêla prehîstoryayê va pir girîng e. Em dizanin ku li herêmê bermamiyên Urartuyan hene, lê ji ber ku ev bermayî zêdetir kevn in qîmeta vê derê ji bo me girîngtir e. Piştî nêçîrê dibe ku merivan tişt li ber îlaheyê pêşkeşî kiribin. Li gor me dîroka van bermayiyan qasî 10 hezar sal berê ye, lê kîjan heyamê ewê bi saya kolandinên arkeolojîk wê bê gotin. Ji bo ku li vir kolandin bê kirin emê bixebitin."

 "Ji bo beriya dîrokê cihekî pir girîng e"

Lêkolîner Sînan Kiliç jî got ew li hewzeya Gola Vanê salên dirêj e lêkonînên beriya dîrokê dikin, lê cara ewil e ew rastî tiştekî wiha tên.

Kiliç got ev der ji bo dîroka herêmê û turîzmê pir girîng e û wiha dewam kir: "Li vir wêneyên şikeftê yên ji bo dîroka herêmê û arkeolojiyê li dinyayê kêm tê dîtin hene. Cara ewil e em rastî tiştekî wiha tên. Li hemberî şikeftê şiklekî destê xwe rakiriye jorê heye ku em dizanin ev îlahe ye. Kevneşopiya îlaheya sereke li herêmê 12 hezar salan zêdetir e heye. Ji bilî îlaheya sereke hin şiklên meriv û heywanan yên îbadetê dikin hene. Şiklê merivan ên ku destê xwe rakirine jorê li ser kevirên Girê Mirazan jî heye. Wê demê em dikarin binêjin dîroka van digîhîje 12 hezar salî. Em pir kelecan bûn. Ji bo me ev der ji bo beriya dîrokê cihekî pir girîng e. Ev der wê bi zanistî bê qeydkirin."

Serokê Komeleya Çand, Huner û Turîzmê ya Adilcevazê Cumalî Bîrol jî behsa dewlemendiya dîrokê ya herêmê kir û got dema ew li vê derê dimeşiyan wan ev şikeft tespît kir.

Bîrol got bi saya xebatan hat fêmkirin ku ev der cihekî pir kevn e û ji bo ku bermayî bên lêkolînkirin xebat devam dikin û ji bo navçeyê evê bibe tiştekî pir girîng.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE