Li Bitlisê xebatkarên Şirketa Anonîm ya Belavkirina Ceyranê ya Gola Wanê (VEDAŞ) bi dronê va pirsgirêkên xetên ceyranê tesbît dikin û diçin wan temîr dikin.
Li bajêr hin cihan qalindahiya berfê digihêje 3 mêtroyan û hewa jî pir sar e. Lê xebatkarên VEDAŞê dîsa jî ji bo erizeyên ceyranê çêbikin gelekî dixebitin.
Dema caw tê ku li cihekî erizeyek heye xebatkarên VEDAŞê bi dronê va pirsgirêkê tesbît dikin, xetên zirar dîtine temîr dikin û ceyranê didin
Midûrê Rêvebiriya Pergala VEDAŞê Omer Çelebî ji rojnamevanan ra daxuyand ji bo ku welatî zehmetiyê nekşînin ekîb her tim amade ne.
Çelebî got gelek caran berf rêyan digire û wiha dewam kir: "Ji ber berf û bagerê rê tên girtin û me jî zehmetî dikişand ku em erizayan temîr bikin. Êdî em alavên teknolojiyê bi kar tînin û erizeyan temîr dikin. Em bi dronê va cihên ku lê erize heye tesbît dikin. Paşê em bi wesayîta berfê ya bipalet heta li wir diçin, di demeke kin da erizeyê ji holê radikin û ceyranê didin malan."AA