Li Bitlisê helîkoptera eskerî ket

Di qezayê de 11 esker şehîd bûn, 2 esker jî birîndar bûn.

Li Bitlisê helîkoptera eskerî ket

Wezareta Parastina Neteweyî daxuyanî da û got: Helîkoptera ku ji Bingolê diçû Bitlisê ket. Di qezayê de 11 esker şehîd bûn û 2 esker jî birîndar bûn.

Helîkopter di saet 13.55’an de ji Çewligê rabû û ber bi Tetwanê ve çû.

Di saet 14.25’an de têkiliya bi helîkoptera re qediya. 

Li herêmê bi İHA, balafir û helîkopteran lêkolîn hat destpêkirin. 

Di lêkolînan de derket holê ku helîkopter ketiye. 

Di qezayê de 11 esker şehîd bûn û 2 esker jî birîndar bûn. 

Ji bo ku eskerên birîndar bên rakirin nexweşxaneyê xebat dewam dikin. 

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE