Li Bitlisê heyama kaşûnê dest pê kir

Tesîsên kaşûnê tijî bûn, sporhez di nav tevdîrên koronayê de kêf dikin

Li Bitlisê heyama kaşûnê dest pê kir

Li Bitlisê berfa ku sporhez li bendê bûn barî, tesîsên kaşûnê tijî bûn. Welatiyên ku tên kaşûnê di nav tevdîrên koronayê de têra xwe kêf dikin.

Li Bitlisê piştî sir û sermaya hişk berf barî, li tesîsên kaşûnê erdê berf girt.

Sporhezên ku bi mehan e li benda berfê bûn hema berê xwe dan tesîsên kaşûnê.

Ji ber qedexeya derketina derve, nava heftê tesîsên kaşûnê tijî ne.

Ligel Bitlisiyan ji bajarên derdorê jî sporhez tên vê derê.

Bi saya betlaneya nîvê salê ya dibistanan qerebalixa li tesîsan her roj zêdetir dibe.

Tesîsa li ser riya Tatvanê her roj di navbera seat 10 û 4ê êvarê de vekirî ye.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE