Li Bitlisê heywandar her roj pezê xwe derdixin zozanan

Şêniyên gundê Kiyiduzuya Tetwanê, bi germbûna dinyayê ra heywanên xwe derdixin zozanên hênik ku biçêrin.

Li Bitlisê heywandar her roj pezê xwe derdixin zozanan

Li Tetwana navçeya Bitlisê heywandar her roj birên pezê xwe ji bo çêreyê dibin zozanên li pêşa Çiyayê Nemrûdê.

Şêniyên gundê Kiyiduzuya Tetwanê, bi germbûna dinyayê ra heywanên xwe derdixin zozanên hênik ku biçêrin.

Heywandar sibehê zû bi şefeqê ra pezê xwe berdidin û dibin zozanan û her wiha danê nîvro jî ji bo avdan û dotinê cardin tînin gund.

Birên pez ên ku di newalên li hafa gund da diherikin diçin û ewrên xubarê li dû xwe dihêlin, di dema qulibîna rojê da dîmenên cuda derdixin. Ev dîmena di dema berêvarê da wênegiran jî cezb dike û wênegir tên û hewl didin vê dîmena cuda bikişînin.

Heywandar Mehmet Şîrîn Şen ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ew her roj ji gelî ra pez dibin çêre.

Şen diyar kir ku ew her sal havînan pez dibin zozanan û wiha got, "Wênekêş jî tên û wêneyên me dikişînin. Hûn halê me dibînin. Ez her roj 10 kîlometre rê diçim û têm. 20 sal e ez heywandariyê dikim û 500 pezê min heye."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE