Li Bitlisê mêrg û çiyayên hêşîn bûn bi keriyên pez xemilîn

"Piştî vê mehê em êm bidin heywanan. Piştî xweza heşîn bû me heywanan derxist mêrgê."

Li Bitlisê mêrg û çiyayên hêşîn bûn bi keriyên pez xemilîn

Li Bitlisê piştî zivistan qediya û bihar hat mêrgên hêşîn bûn bi heywanan şên bûn.

Li bajêr piştî berf heliya xweza zindî bû, kulîlkan vekir, çiya û mêrg hêşîn bûn.

Li navçeya Hîzanê ya ku hewaya wê xweş e û xwezaya wê balê dikşîne û li navçeya Guroymakê ya ku avî û hêşîn heywanên diçêrin dîmenên rengîn derxistin holê.

Dîmenên heywanên ku diçêrin bi dronê hatin kişandin.

Cemal Kinayê heywanan xwedî dike ji nûçegihanê AAyê ra daxuyand wan zivistanê di nav şert û mercên zehmet da heywanên xwe xwedî kiriye.

Kina wiha axivî: "Piştî vê mehê em ê êm bidin heywanan. Piştî xweza heşîn bû me heywanan derxist mêrgê. 60 pezên min hene. Vê mehê heywan wê mêrgê biçêrin. Piştî ku berf tevahî heliya emê derkevin zozanan. Emê li wir wan bidoşin. Dema payîz hat jî em heywanan tînin mêrgên nêzîkî gund."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE