Li Bitlis û Muşê sir û seqema ku piştî barîna berfê tesîra xwe nîşan da, bandoreke neyînî li jiyanê kir.
Li Bitlisê ji ber hişkiyê darên ku qiravî girtin, dîmenên wekî postkartan derxistin holê.
Her wisa ji ber mija li rêbejaya Bitlis-Norşînê ajokaran zehmetî kişand.
Li Muşê jî ji ber sir û seqemê darên li Deşta Muşê xûs girtin.
Li bajêr hin welatiyan ji bo ku serma neke, wesayîtên xwe bi brandayên naylon nixumandin.