Wezareta Karên Navxweyî li Bitlisê "Operasyona Yildirim-15ê ya Mutkî-Sarpkaya"yê da destpêkirin.
Di daxuyaniya Wezareta Karên Navxweyî da hat destnîşankirin dijî rêxistina terorê li Bitlisê bi beşdariya 816 personelan ku ji 48 tîmên operasyonel yên Fermandariya Cendirmeyan ya Bitlisê pêk tê "Operasyona Yildirim-15ê ya Mutkî-Sarpkaya"yê dane destpêkirin.
Hat diyarkirin di operasyonên Yildirimê da ku 13ê Tîrmehê li nav welêt dest pê kirin heya niha 143 terorîst hatine berterefkirin, 74 hevkarên rêxistinê hatin girtin, 251 şikeft, sitargeh û depo hatin îmhekirin, gelek çek û cebilxane û xwarin û xurek hatin qefaltin.AA