Li Bitlisê qeza: 4 mirî, 25 birîndar

Minîbusa koçberên bêdestûr tê da bûn qeza kir: 4 mirî, 25 birîndar

Li Bitlisê qeza: 4 mirî, 25 birîndar

 Li Adilcewaza navçeya Bidlîsê minîbusa ku koçberên bê destûr tê da bûn welgeriya, 4 kes mirin û 25 kes jî birîndar bûn.

Minîbusa şofêrê wê Ugur Tanşulî û plaqeya wê 46 D 6769 eli nêzîkî gundê Baxçedereyê welgeriya.

Di qezayê da 4 koçberên bêdestûr yên dereqanûnî ketine welêt mirin, şofêr jî di nav da 25 kes jî birîndar bûn.

Ekîbên Rewşa Acil a 112yê, cendirme û tîmên agirkujê hatin cihê bûyerê.

Piştî midaxaleya ewil ekîban bi ambulansan birîndar rakirin nexweşxaneyên Adilcewaz, Xelat û Tetwanê.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE