Li Bitlisê rûyê Gola Nazikê qeşa girt

Berfa ku hefteya çûyî barî û hewaya sar e tesîrê li ser jiyana mirovan dike.

Li Bitlisê rûyê Gola Nazikê qeşa girt

 Li Ahlata navçeya Bitlisê rûyê Gola Nazikê ji ber hewaya sar qeşa girt.

Berfa ku hefteya çûyî barî û hewaya sar e tesîrê li ser jiyana mirovan dike.

Li Ahlatê germa hewayê di bin sifirê da heta 20 pileyan kêm bû, rûyê Gola Nazikê jî ji ber sermayê qerisî.

Masîgirên li golê masiyan digirin li wir asê man.

Li gundên nêzîkî golê zarokan guh neda sir û sermayê li ser golê xwe şiqitandin.

Ahmet Canbayê li gundê Dîlburnuyê dijî got ji bo ku ew masiyan bigrin ew bendê ne qeşaya golê zêdetir qalind bibe.

Canbay wiha axivî: "Îsal rûyê golê dereng qeşa girt. Niha qasî 15-30 santêman qeşa girtiye. Dema qalindahiya qeşayê herî kêm nîv mêtro dibe em masiyan digrin. Em qeşayê dişkînin û heywanên xwe pê vê ava ji vir derdikeve va av didin. Gol 2-3 mehan wisa dimîne."

Zarokan jî got ew li ser qeşayê xwe dişiqitînin û dema xwe xweş derbas dikin.

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE