Li Tatvana navçeya Bitlisê TIRek û qemyonetek li hev qelibîn di encamê de ji heman malbatê 3 kes mirin û 2 kes birîndar birîndar bûn.
Li gorî agahiyan TIRek û qemyonetek ku hê plaqeyên wan nehatine cîgirkirin li 7emîn kîlometroya Tatvan-Vanê li dexma gundê Yelkenliyê li hev qelibîn.
Di qemyonetê de ji heman malbatê Ahmet, Sahîla û Radîfe Eser canê xwe ji dest dan, herwiha Mehmet û Bahattin Eser birîndar bûn.
Birîndar bi ambûlandan rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Bidlîs Tatvanê.
Qaymeqamê Tatvanê Mehmet Ali Ozkan, piştî qezayê serdana nexweşxaneyê kir û derbarê rewşa birîndaran de agahî sitend.AA