Li Bitlisê TIRek û otobusek li hev qelibî: 2 mirî û 12 birîndar

Li ser rêbeja di navbera Bitlis û Baykana navçeya Sêrtê TIRek û otobusek ku hê plaqe û nasnameya ajovanên wan nehatiye hînbûn li hev qelibîn.

Li Bitlisê TIRek û otobusek li hev qelibî: 2 mirî û 12 birîndar

 Li Bitlisê di encama lihevqelibîna TIRek û otobusekê de li gorî tesbîtên berahî 2 kes mirin û 12 kes birîndar bûn.

Li ser rêbeja di navbera Bitlis û Baykana navçeya Siirtê TIRek û otobusek ku hê plaqe û nasnameya ajovanên wan nehatiye hînbûn li hev qelibîn.

Hejmareke gelek ekîbên cendirme û tendirustiyê ji cihê qezaye re hatin rewanekirin.

Di qezayê de li gorî tesbîtên berahî 2 kesan canê xwe ji dest dan û 12 kes birîndar bûn.

Ekîbên Servîsa Acil a 112ê birîndar rakirin nexweşxaneyên li Bitlis û Baykanê.

Xebata rizgarkirina kesekî ku di otobusê de asê maye jî berdewam e.

Ji ber qezayê rêbeja Bitlis -Baykanê ji hatûçûnê re hat girtin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE