Li Bitlîsê berfê terasa kafeyê tep kir: miriyek, 7 birîndar

Li Bitlîsê berfa ser avahiyeke 5 qatî şiqitî û ket ser terasa kafeyekê û teras tep kir, di bûyerê da kesek mir, 3 jê esker 7 kes birîndar bûn

Li Bitlîsê berfê terasa kafeyê tep kir: miriyek, 7 birîndar

Li Bitlîsê berfa ser avahiyeke 5 qatî şiqitî û ket ser terasa kafeyekê û teras tep kir, di bûyerê da kesek mir, 3 jê esker 7 kes birîndar bûn.

Li taxa Husrevpaşa berfa ser avahiyeke 5 qatî şiqitî û terasa kafeyeke kêleka avahiyê tep kir.

Ji mişteriyan Tayfun Sulakê ku wê demê di terasê da rûniştibû, li cihê bûyerê mir, 3 jê esker 7 kes birîndar bûn.

Ekîbên AFAD, 112 û îtfaiyeyê hatin cihê bûyerê û birndar ji binê çatiya ku tep bû, derxistin.

Birîndar bi ambulansan va rakirin nexweşxaneyên dewletê yên Bitlîs û Tetwanê.

Waliyê Bitlîsê û Cîgirê Şaredar Oktay Çagatay li nexweşxaneyê birîndar ziyaret kirin û der heqê rewşa wan da ji doxtoran agahî hilda.

Walî Çagatay daxuyanî da rojnamegeran û got ku li Bitlîsê ji ber berfê qezayek çêbû û welatiyekî 22 salî tê da mir, rewşa yên din baş in, hemû jî dikarin îro ji nexweşxaneyê derkevin.

Walî Çagatay diyar kir ku rehma Xwedê li welatiyê mirî be, ji birîndaran 3 kes jî esker in û rewşa wan jî wek ya welatiyên din baş e.

AA

Dîroka nûkirinê: 05 Çile 2019, 11:51
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE