Li 8 gund û 3 mezreyên li ser navenda Bitlîsê bi şertê ku mafê perwerde û hîndekariyê yê xwendekarên ku dixwînin neyê astengkirin, rojekê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê, li hin gund û mezreyên ser navenda Bitlîsê qedexeya derketina derva hat îlankirin.
Di daxuyaniyê da wiha hat gotin:
"Li gundên Yukariolek, Aşagiolek, Aşagibalcilar, Yukaribalcilar, Ilicak, Ogulcak, Başmakli, Uçevler û li herêmên mezreyên Kalupat, Karakuş û Dutkoyê mensûbên rêxistina terorê ya cudakar hatin dîtin û li gor tesbîtê li wan deran sitargeh û spartgeh çêkirine. Ji bo girtina wan terorîstan û ji bo peydakirina can û malê gelê me li gor benda 11/Cyê ya Qanûna Îdareya Bajêr a bi 5442 hejmar, ji 16ê îlonê saet 23.59an pê va heta 17ê îlonê saet 23.59an bi şertê ku mafê perwerde û hîndekariyê yê xwendekarên ku dixwînin neyê astengkirin derketina derva hat qedexekirin."AA