Li Bîlecîkê qezaya trênê: 2 mirî

Trêna rêber a ku ji bo xeta Trêna Bilez a Bilind kontrol bike ji Enqereyê rê ket li nêzîkî gundê Ahmetpinara li ser navenda Bîlecîkê di tunelê da ji rêya hesinî derket û dîwar qelibî.

Li Bîlecîkê qezaya trênê: 2 mirî

 Li Bîlecîkê trêna rêber dema di hundirê tunelê da diçû ji rê derket, di qezayê da 2 makînist mirin.

Trêna rêber a ku ji bo xeta Trêna Bilez a Bilind kontrol bike ji Enqereyê rê ket li nêzîkî gundê Ahmetpinara li ser navenda Bîlecîkê di tunelê da ji rêya hesinî derket û dîwar qelibî.

Makînîs Sedat Yurtsever û Recep Tunaboylu li cihê qezayê mirin.

Li ser îxbara qezayê cendirme û tîmên Servîsa Acil a 112yê hatin cihê bûyerê.

Hat ragihandin seferên trênan ên Stenbol-Konya û Stenbol-Enqereyê ji bo demekê hatin rawestandin.

Der barê qezayê da lêpirsîn hat destpêkirin.

Dîroka nûkirinê: 19 îlon 2019, 12:04
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE