Li Bîngolê 4 êtîm û malbatên dilşewat li pey karkerên hatin şehîdkirin man

Li Bîngolê 4 êtîm û malbatên dilşewat li pey karkerên hatin şehîdkirin man

Malbatên dilşewat û 4 êtîm li pey wan herdu karkeran man ku gava ji bo erizeya ceyranê çûn gundê Yolçatiyê yê Genca navçeya Bîngolê di êrîşa bombeyê ya terorîstên PKKyî da şehîd bûn.

Li navçeya Gencê pêr, gava wesayîta A.Şya Xizmetên Ceyranê ya Firat Aksayê ya ku ji bo temîra erizeya ceyranê diçû gundê Yolçatiyê derbas bû, teqemeniya destçêkirî ya ku ji hêla mensûbên rêxistina terorê li ser rê hatibû çalkirin, bi kumandaya ji dûr va hat teqandin û her wiha di teqînê da Emrullah Anşinê 40 salî li dû xwe jina xwe û 4 zarokên xwe hiştin, Omer Faruk Kayayê 31 salî jî li dû xwe jina xwe ya 2 mehî hişt.

Derket holê, Anşinê şehîd bi qasî 10 salan li Bursa û Bîngolê di firûn û sektora xidayê da xebitiye, 3 sal berê di A.Şya Xizmetên Ceyranê ya Firat Aksayê da dest bi xebatê kiriye, bi qasî 1,5 meh berê jî anjiyo bûye.

Êrîşa xaîn, zarokên Anşin, Sudenur (14), Elif Yagmur (7), Alper (13) û Yusuf Hamza (6) êtîm hiştin.

Her wiha diyar bû, Omer Faruk Kayayê şehîd jî bi destê kalikê xwe hatiye mezinkirin, sala 2015an dest bi vê peywirê kiriye, 2 meh berê jî bi Fatma Kayayê ra zewicî ye.

- "Ez jî zarokên min jî em ê serbilind bisekinin"

Hulya Anşina ku digel zarokên xwe çûn ser merzelê şehîd û dia kirin, ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, wê herî dawî di taştêya pêr da mêrê xwe dît.

Anşinê wiha xeberda, "Sibehê zû gava diçû kar ez timî lê digeriyam. Min wê rojê qet xwe bi wî ra negihand. Min nizanibû, cegera min teqandine." Aşinê bertek nîşanî rêxistina terorê PKKyê ya ku êrîş pêk anî kir.

Anşinê axaftina xwe wiha domand, "Mêrê min timî serbilind bû. Ez jî zarokên min jî em ê serbilind bisekinin. Bira koka wan biqele, cegera min peritandin, bira cegera wan jî biperite. Ewladên min bêbav hiştin. 4 zarokên min êtîm hiştin. Lê em bihêz in, em ê li ser lingên xwe bin. Em yek dimirin, hezar tên dinyayê."

- "Di rûyê wan da em êtîm man"

Sudenur Anşina 14 salî ya keça şehîd jî diyar kir ku ew dixwaze terorîstên êrîş pêk anîn, bên girtin.

Anşinê wiha xeberda, "Bavê min di rûyê wan da mir. Ka we çi ji bavê min xwest? Bavê min peywira xwe dikir. Di rûyê wan da em êtîm man. Bavê min êdî tune."

Xwîşka şehîd, Hatice Anşinê jî diyar kir ku ew dixwazin kiryar bên girtin.

Di vê navberê da ekîbên piştgiriya psîko-sosyal ên Midûriyeta Xizmetên Malbat û Sosyal a Parêzgehê jî zarokên şehîd tenê nahêlin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE