Li Bîngolê agirê bi daristanê ketibû hat temirandin

Li Bîngolê agirê bi daristanê ketibû hat temirandin

Li Îçpinara gundê Bîngolê agirê bi qada daristanê ketibû berî belav bibe hat temirandin.

Li gor agahiyên hatin hildan li qada daristanê ya ser gundê Îçpinara ser bajaroka Ilicalarê ji ber sedema nayê zanîn agir bi der û dorê ket.

Kesên dûyê agir dîtin xeber dan Midûriyeta Karsaziya Daristanê.

Li ser xeberê midûriyeyê bi 30 personel, arazoz, du wesayîtên mudaxeleyê û du wesayîtên agirkujiyê yên şaredariyê û şêniyên herêmê va mudaxeleyî agir kirin.

Agir berî belav bibe û şewat mezin bibe hat temirandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE