Li Bîngolê agirê ku bi daristanê ketibû tê temirandin

Li Bîngolê agirê ku bi daristanê ketibû tê temirandin

Li Genca navçeya Bîngolê agirê ku 3 roj berê bi daristanê ket, nîvê zehf hat temirandin.

Li texma gundên Guzeldere û Dedebagiyê yên li ser navçeyê, ji ber sedemeke ku hê nehatiye tesbîtkirin, di 25ê hezîranê da agir û pûş û pelaş ket û bayê agir bela kir û bir nava daristanê. Ekîb bê navber dixebitin ku agir bitemirînin.

Ji Edene û Hatayê 2 firokeyên agirtefandinê yên Midûriya Giştî ya Daristanê hatin şandin. Digel van her du firokeyan 10 arazoz, 5 kepçe û dozer bi ekîbeke ku ji 45 kesan pêk tê va dixebitin ku agir bitemirînin.

Li gor dîmenên ku ji firokeya Midûriya Giştî ya Daristanê hatin kişandin, nîvekî zehfê agir hat temirandin.

Ekîban nehişt ku agir bipeke cî û waran.

Hat gotin ku di şewatê da nêzî 1000 donim şewitiye.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE