Li Bîngolê ji ber baranê av li hin dikanan qelibî û zirar çêbû.
Li gor agahiyên hat hildan barana duh bi şev tesîra xwe zêde kir, bû sedema zor û zehmetiyan.
Ji ber baranê li Taxa Mustafa Gundogdu av li qatên jêr yên dikanên mobîlya, markêt û restorantekê qelibîn.
Xwediyê markêtê Murat Bayrak diyar kir ku qata bodrûmê ya markêtê di bin avê da ma û berê jî av li dikana wan qelibî bû.
Ramazan Bakir jî destnîşan kir ku hin amûrên wan ên mobîlyayê û hinek cîhazên di nav avê da mane û zirar dîtine.
AA