Li Bîngolê ketina nav daristanan heta 31ê tebaxê da hat qedexekirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiyê ji bo rê li ber şewatan bê girtin hin tevdîr hatin dîtin û hin qedexe ketin rewacê.
Hat daxuyandin li der û dora daristanan û rêyên ji hundirê daristanan derbas dibin rawestandin, geşt û seyran, vêxistina mangal û semaweran, agir dadan, şewitandina bax, baxçe û zeviyan hatiye qedexekirin.
Di daxuyaniyê da hat gotin destûr wê neyê dayîn ku di dawet û çalakiyan da fîşengên hewayî, balonên hêvî û daxwazê bên bikaranîn.
Hat gotin kargeh, tesîs, saziyên pîşesaziyê li hemberî rîska şewatê wê hemû tevdîran bêqisûr bibînin, ew ê der û dora daristanan şerîta parastinê bi kar bînin û makîneyên kar wê amade bisekinin.
Hat destnîşankirin heke hewce bike bi serkêşiya Midûriya Dezgeha Daristanan a Bîngolê û Qaymeqamtiyê ekîb wê bên avakirin ku ew bixebitin, heke li hemberî van qedexeyan bê tevgerîn ew kes wê bên cezakirin.AA