Li Bîngolê meleyê ku rastî êrîşa kûçikan hat birîndar bû

Mehmet Çakarê meleyê mescida li ser Kolana Bagduzuyê ya li Taxa Kulturê, dema ku piştî nimêja sibehê vedigeriya mal, rastî êrîşa kûçikên beredayî hat.

Li Bîngolê meleyê ku rastî êrîşa kûçikan hat birîndar bû

 Li Bîngolê meleyê ku rastî êrîşa kûçikên beredayî hat li nexweşxaneyê hat tedawîkirin.

Mehmet Çakarê meleyê mescida li ser Kolana Bagduzuyê ya li Taxa Kulturê, dema ku piştî nimêja sibehê vedigeriya mal, rastî êrîşa kûçikên beredayî hat.

Çakarê ku ji lingê xwe birîndar bû, bi serê xwe ji nava pencikên kûçikan xwe xilas kir û çû Nexweşxaneya Dewletê ya Bîngolê.

Çakar di odeya nexweşxaneyê da daxuyanî da peyamnêrê AAyê û diyar kir ku piştî nimêja sibehê gava ew vedigeriya mal, kûçikan êrîşî wî kir.

Çakar diyar kir ku di wê kêliyê da ew ket erdê, kûçikan lingê wî gez kir û wiha got, "Ez tenê bûm, tu kes tunebû. Dû re ez nişkêva rabûm û ez revîm pişt otobusê. Ji wir jî ez ketim firûna nan."AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE