Li Haseraka Navenda Xweşiqitandinê ya li Bîngolê amadehiyên sezonê dewam dikin.
Li navenda 45 kîlomêtro dûrî balafirgehê, 34 kîlomêtro dûrî navenda bajêr 6 mehên salê berf heye. Navenda li bintara Çiyayê Hesarekê bi veberhênana dewletê hat avakirin. Beriya barîna berfê li navendê xebatên amadekariyê dewam dikin.
Ji bo xizmeteke baş bidin hezkiriyên xweşiqitandinê û ziyaretvan dema xwe bi kêfxweşî derbas bikin îhaleya tesîsên mekanîk hat kirin û xebatan dest pê kir.
Di vê çarçoveyê da ji bo xizanghezan qadeke teze hat plankirin, li otêlê temîrat tên kirin, kontrola telesiyej û teleskidê tê kirin.
Sala par ligel Kovîd-19ê 70 hezar kes hatin navendê vê sezonê hedef ew e ku 200 hezar kes werin vê derê.
Midûrê Spor Ciwaniyê yê Bajêr Mahmut Danayiyen daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku li navendê testên mekanîkê tên kirin û li pîstê jî xebatên sererastkirinê dewam dikin.AA