Li Bîngolê rawestgehên bi klîma wê bikevin xizmetê

Li Bîngolê wê li 4 cihên ku qelebalixî lê zêdeye wê 4 rawestgehên bi klîma bên avakirin

Li Bîngolê rawestgehên bi klîma wê bikevin xizmetê

Şaredariya Bîngolê wê li 4 cihên ku qelebalixî lê zêdeye 4 rawestgehên bi klîma ava bike.

Koordînatoriya Çapemenî Weşan û Têkîliyên Gel a şaredariyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ragihand ku di demeke kurt da wê li 4 ihên qelebalixî lê zêdeye rawestgehên 7 metreyî yên bi klîma bên bicihkirin.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku ji bo welatî di rojên rewşa hewayê nebaş in da zehmetiyê nekişînin xizmeteke wiha wê bê dayîn.

Hat gotin ku rawestgehên bi klîma yên wê li pêş Mizgefta Mezin, zanîngeh, Nexweşxaneya Dewletê û Xaçerêya Çandê ya bajêr in bên danîn.

Di daxuyaniyê da hat gotin ku di pêşerojê da li gor hewcedariyê li cihên din ên bajêr jî wê heman xizmet bê dayîn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE