Li Bîngolê rêça dîroka 4 hezar û 500 salî bi vekolanan tê derxistin

Ekîba ji 158 kesan pêk tê ya di seroktiya Ziya Kilinçê Midûrê Muzeya Elezîzê da bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Muzeyan va di salên 2018-2019an da li Wargeha Muradê û Girê Muradê xebatên vekolanê kir.

Li Bîngolê rêça dîroka 4 hezar û 500 salî bi vekolanan tê derxistin

Li Murada gundê Solxana navçeya Bîngolê çêkirina Bendava Kelexan 2yê hat temamkirin, beriya ku di binê avê da bimîne li Wargeha Muradê û Girê Muradê vekolanên xilaskirinê hatin kirin û rêça dîroka 4 hezar û 500 salî derkete holê.

Ekîba ji 158 kesan pêk tê ya di seroktiya Ziya Kilinçê Midûrê Muzeya Elezîzê da bi destûra Wezareta Çand û Turîzmê û Midûriyeta Giştî ya Muzeyan va di salên 2018-2019an da li Wargeha Muradê û Girê Muradê xebatên vekolanê kir.

Di vekolanên xilaskirinê da bermahiyên Heyama Tunc, Hesin, Urartu, Bîzansê, seramîk, çînî, alçî, sertîr, fîgurên heywanan, parçeyên carcimê, amûrên cotkarî heywandariyê, eşyayên malê û ji hestiyan, sikeyên dîrokî hatin dîtin. Hemû amûr li Muzeya Arkeolojî û Etnografyayê ya Elezîzê hatin parastin.

Di vekolanên li Girê Muradê da merzelekî ji heyama Urartuyan hat dîtin, di merzel da kelaxek hebû, bazineke sermar, kembereke bi motîfên nebatan xemilî, miştikeke zarokan, genimê hat tesbîtkirin 4 hezar û 500 salî ye, hesin, hestî, cam, axa qelandî û berhema ji qorçê heywanan hatiye çêkirin hatin dîtin. Berhem dîrokê ronî dikin.AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE