Li Bîngolê ji ber barîna berfê rêya 13 cih û waran hat girtin.
Li gorî agahiya ku ji Rêveberiya Taybet a Parêzgehê hat standin, li navendê rêya 2 gundan, li navçeya Gencê ya 2, li Karliovayê ya 3, li Solxanê ya 4 û li Yayladereyê jî ya 2 gundan girtî ye.
Ekîb xebatên vekirina rêya didomînin. Welatiyan jî berfa li ber mal û kargehên xwe avêt.
Li navçeya Karliovayê berfa ku tesîra xwe zêde kir, bi şev li ber şewqa lembeyan dîmenên sipehî derxistin holê.
AA