Li Bîngolê şewata li daristanê hat temirandin

Li Bîngolê şewata li daristanê hat temirandin

 Li Gença navçeya Bîngolê şewata ku 4 roj berê li devera daristanê derket hat temirandin.

Şewata ku li tanga gundên Guzeldere û Dedebagî yên li ser navçeyê ji ber sedemeke nediyar 25ê Hezîranê dest pê kir û bi tesîra bayê û zû şewitîna qirş û qalan belav bû û ekîb bênavber xebitîn di encamê da agir hat temirandin.

Bi 2 helîkopterên temirandina agir ên Midûriyeta Giştî ya Daristanê yên ku ji Edene û Hatayê hatin şandin û her wisa bi 10 arazoz, 4 wesayîtên îtfahiyeyê, 5 kepçe û dozer, 2 wesayîtên midaxeleya ewil, ekskavatorek, 3 wesayîtên îqmala avê û her wiha bi 45 ekîbên ji personelê Midûriyeta Dezgeha Daristanê yên ji Bîngol û Elezîzê, cendirme, gundparêz û welatiyan pêk hatî va şewat hat temirandin û niha jî xebatên sarkirinê didomin.

Li gorî dîmenên ji helîkoptera Midûriyeta Giştî ya Daristanê hatin kişandin, şewat bi temamî hat temirandin.

Ekîbên ku li erdnîgariyeke asê xebat meşandin rê li wê yekê girtin ku şewat nepeke ciyên ku însan lê cîwar bûne.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE