Li peravên Bodruma navçeya Muglayê, 10 penaberên ku ji hêla ekîbên ewlekariya qeraxên Yewnan ber bi ava di nav sînorê Tirkiyeyê da hatin dehfandin, hatin xilaskirin.
Li ser agahiya ku li peravên Pozê Huseyîn di belemeke fîber da komek penaber hene, belemeke ewlekariya qeraxan bo herêmê hat şandin.
10 penaberên hat tesbîtkirin ku ji hêla ekîbên ewlekariya qeraxên Yewnan ber bi ava di nav sînorê Tirkiyeyê da hatin dehfandin, xilas kirin û anîn bênderê.
Hat diyarkirin, penaberên ku hatin xilaskirin piştî miemeleyan dê radestî Midûriyeta Rêveberiya Koçê ya Parêzgehê bikin.
AA