Li Bodrumê şikeva penaberan binav bû

10 penaber hatin xelaskirin, Suriyeyiyek xeniqî...

Li Bodrumê şikeva penaberan binav bû

Li Bodruma Muğlayê, şikeva penaberan binav bû. 10 penaber bi saya keştiyeke ku ji wir re derbas dibû hatin xelaskirin, lê kesekî jiyana xwe ji dest da.

Xwestin bi aweyekî derqanûnî ji Bodrumê derbasî Yewnanistanê bibin. Lê şikeva wan binav bû.

Lê vê carê şansê penaberan hebû. Lewra ji wir re keştiyeke derbas dibû..

Keştiya bazirganiyê ya bi alaya Panamayê, xeber da ewlehiya peravê û gotin “ji behrê dengê mirovan tê.”

Hêzên Ewlehiya Peravê tavilê çûn cihê bûyerê û ji behrê 10 penaber xelas kirin.

Lê cesedê Suriyeyiyek jî ji behrê hat derxistin.

Ji penaberan 2 kes hatin rakirin nexweşxaneyê.

Rewşa yekî ji wan giran bû û xistin beşa nexweşiyên giran. Yê din piştî tedawiyê ji nexweşxaneyê derket.

10 penaberên ji Misir, Filistin û Suriye piştî kar û xebatên fermî hatin şandin Lîmana Turgut reîsê.

Dîroka nûkirinê: 20 Mijdar 2018, 17:55
Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE