Li Borseya Heywanan a Agiriyê liv û tevgera Eyda Qurbanê dest pê kir

Li Borseya Heywanan a Agiriyê liv û tevgera Eyda Qurbanê dest pê kir

Li Agiriya ku bi serjimara xwe ya pez û dewar va yek ji bajarên sereke yên Tirkiyeyê ye, li borseya heywanan liv û tevgera Eyda Qurbanê dest pê kir.

Pez û dewarên ku zivistanê di hundir da tên alifkirin, bihar û havînê jî li zozanan tên çêrandin, bi nêzîkbûna Eyda Qurbanê tînin bazarê.

Meydana mal a li bajêr a ku li Herêma Rojhilatê Anadoluyê yek ji borseya heywanan a herî mezin e, ji serê sibehê heya nîvro qelebalix e.

Heywandar û kiriyarên ku dixwazên li gorî budceya xwe qurbanekî bistînin, hevdu dibin û tînin da ku li hev bikin.

Heywandar Abdullah Çamurlu ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji ber ku eyd nêzîk bûye, wan heywanên xwe anîn bazarê ku bifiroşin.

Çamurlu bal kişand ku ew li bendê ye ku heywanên xwe bi bihayekî guncan bifiroşe û wiha dewam kir:

"Min çar serî dewarê ku min xwedî kirin, anîn bazarê. Min li gundê xwe Yoncaliyê heywan xwedî kirin. Ev salek e ez miqatî van heywanan dibim. Sezona qurbanan jî nû dest pê dike, înşelah em ê heywanan bifiroşin. Em li benda mişteriyan in. Biha par çêtir bûn, lê îsal jî rind in."

Atilla Altun jî diyar kir, liv û tevgera bazarê nû dest pê dike û bihayê qurbaniyan li gorî par guncantir e.

Liv û tevgera meydana mal ji hêla peyamnêrê AAyê bi droneê hat kişandin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE