Li Bozkurtê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin

AAFAD, UMKE û ekîbên polês, cendirme û şaredariyê li Bozkurtê serê sibê dest bi xebatên li der û dora kavilan kirin.

Li Bozkurtê xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin

Li Bozkurta navçeya Kastamonuyê ya avahî ji ber lehiyê di binê avê da mane xebatên lêgerîn û xelaskirinê dewam dikin.

Serokatiya Rewşa Acil û Afatê ya Wezareta Karên Navxweyî (AFAD), ekîba Xelaskirina Medîkal a Neteweyî (UMKE) û ekîbên polês, cendirme û şaredariyê li Bozkurtê serê sibê dest bi xebatên li der û dora kavilan kirin.

Li navçeyê di 11ê tebaxê da avahiyên dora Çemê Ezîneyê ji ber lehiyê di binê avê da mabûn ku ekîb li herêmê hewl didin eşyayên di binê kavilan da mane jê derxin.

Saziyên alîkariyê û saziyên civakî yên sivîl jî ji bo hewcedariyên welatiyan xebatên xwe didomînin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE