Li Bursayê nêzî Balafirgeha Yunuseliyê balafira perwerdeyê ya kitmotor ket.
Li kuçeya Sarigulê ya taxa Baglarbaşiya navçeya Osmangaziyê balafira kirmotor ket navbera malan, bi ketina balafirê ra agir pê ket.
Waliyê Bursayê Yakup Canbolat: "Balafira perwerdeyê ket, pîlot û pîlotekî xwendekar mirin. Li gor agahiyên ewil birîndar tune."
Li ser cabdayînê gelek ekîbên polês, îtfaiye, AFAD û tenduristiyê sewqî herêmê kirin.
Ekîb hewl didin ku agir bitemirînin.AA