Li Bursayê dema wesayîta karmendên parastinê derbas dibû teqîn çêbû

Li Bursayê dema wesayîta karmendên parastinê derbas dibû teqîn çêbû

Li Bursayê dema wesayîta karmendên parastinê yên di girtîgehê da wezîfedar in derbas dibû teqîn çêbû, personelek mir û 4 personel jî birîndar bûn.

Otobêsa karmendan dema li ser Kolana Rêya Pîşesaziyê ya Mudanyayê ber bi girtîgehê va diçû li Taxa Yenî Karamanê teqîn çêbû.

Gelek polês, tîmên agirkujê, tîmên AFADê û tîmên Rewşa Acil a 112yê hatin cihê bûyerê.

Di teqînê da personelek mir û yek jê giran 4 personel jî birîndar bûn.

Birîndar rakirin nexweşxaneyan, rêwiyên din ên di wesayîtê da jî ji bo tevdîrê birin nexweşxaneyan.

Waliyê Bursayê Yakup Canbolat hat cihê teqînê ji rayedaran agahî hilda û paşê daxuyanî da rojnamevanan.

Canbolat got ji ber teqemeniyeke desteçêkirî yê ji dûr va dikare bê teqandin karmendekî înfazê yê cezayê miriye 4 kes jî birîndar bûne.

Canpolat wiha dewam kir: "Ji bo tevdîrê me hevalên xwe yên din ên di otobêsê da jî ji bo tevdîrê sewqî nexweşxaneyê kir ku rewşa wan a tenduristiyê bê zanîn.Wezîrên me yên Edaletê û Karên Navxweyî bûyerê ji nêz va dişopînin. Ji bo bên Bursayê rê ketin. Xuya dike ku êrîşeke terorê ye. Hêzên me yên ewlehiyê li herêmê lêkolînê dikin, mijar bi her aliyê va tê nirxandin. Em dixwazin di demeke kin da bigîhêjin encamekê."

Canpolat got di otobêsê da 30 kes hebûn, zirar gihîştiye der û dorê jî, ew ê zirara welatiyan jî bidin.

AA

Divê hûn ji bo şîroveyan bibin endam.

Ger hûn endam nebin niha bibin endam an jî têkeve malperê.

NÛÇEYA DI RÊZÊ DE