Li Bursayê ji ser parsek 16 hezar lîre derket

Cezayê pere li parsekê ku bi destê ekîbên zabiteyê hat girtin, birîn

Li Bursayê ji ser parsek 16 hezar lîre derket

Li Nîlufera navçeya navendê ya Bursayê li ser parsekekî 16 hezar û 112 lîre pere hat girtin.

Ekîbên zabiteyê yên Şaredariya Bajarê Mezin, îxbar wergirt ku li Taxa Odunlukê kesek li ber nexweşxaneya taybet her wext parsekiyê dike.

Li ser vê yekê, ekîbên zabite û polêsan ketin tevgerê û A.Hyê 63 salî girt û bir Midûriyeta Şaxa Raçevkirinê ya Zabiteyê.

Ji ser A.H. 16 hezar û 112 lire pere ku hat tesbîtkirin bi parsekiyê daye hev, 6 pereyên metal ên biyanî, gelek kêr û tornevîde derketin. Peywirdaran dest danî ser pere, kêr û tornevîdeyan.

Herwiha cezayê îdarî yê pere li parsek hat birîn.

AA

Şîrove Bike
NÛÇEYA DI RÊZÊ DE